edebî řomanî û kurdî

From the Book:
Mêjûy Edebî Kurdî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 10 minutes  2203 views

boye edîbekanî řoman kewtine ser ewe ke fen bidoznewe û xoşewîstî nîştiman bênne nawewe, çunke çawyan lewewe bû ke edebekeyan bigate edebî yonan. newek her ewende, bełkû layan wabû eger em hengaweyan hawîşt, edebekey eman pêş hînekey yonanîş ekewê! le řîwayatî şanoda emeyan bo nekira, bełam le şî’irda zorî nemabû bîgenê. zorî nemabû ke şa’îrî here gewrey latîn «verçîl» (70-19y pêş mîlad) pêşyan bikewê.

şitî seyr řû eda! awrûpayîyekan heta çend sede, ke byanutaye şa’îr, îtir her mebest «verçîl»bû!. çon ke butraye feylsûf mebest «erestû»bû, weya çon le basî şa’îranî kurdida butrê mela mebest«şîx eḧmedî cizîrî»ye, ewîş wabû.

verçîl boye awrûpayîyekan le sidekanî naweřastida berzyan kirdibuwewe û «dant le sedey syanizdehemda her be «řaber»y naw ebird, çunke bebê kêşe taqe şa’îrêkî řoman bû. boyeş taqane bû, çunke «bestey şwan=enaşîd alirّwi’aةArabic»y hebû. ke şwan çon leladêda řa’ebwêrê û lebeyn yekda dest eken be demegałte û çîrok gêřanewe?. eywîst bem şî’raney şan bida le şî’rî «sîwqirîtis» le yonanda. şanî lêda û lêşî pêşkewt, çunke verçîl arezûy dîmenî tebî’etî bû, basî baxekanî şîmalî îtalyay ekird ke tyayana danîştibû. her leber em şî’re ladêyîyane bû ke verçîl bû be şa’îrêkî qewmîy îtalyay kon û taze. boyeş way lê hat; çunke basî dîmenekanî îtalyay be corê ekird, ke şa’îrêkî tirî řoman neykirdibû. boyeş kewtibuwe ser em hewaye; çunke çawî be biře bêşełanekey bawkî kewtibû, îtir bestey şwanî bo dana. paş maweyek «řoma» têkçû, emîşyan bird bo muḧakme, tozê diłî be xoy xoş kird, goya be hoy ziman parawîyewe řizgarî ebêt û lepaşa ebê be meḧamî û bem îşey jyanî ladê la’eba. ke çî le meḧkemekeyda zimanî pêkahat û ew arezuwey bo nehate dî! witî: ebim be mêjûnûsî řoman, seyrî kird hîçî lê nazanê. lepaşa geřayewe bo ladê û çawî biřîye bêşełanekey bawkî û destî dayewe be şî’rî dîmenî tebî’etewe. lemewe bo ew core şî’rane ke cûtyar û şwan eyłên. zortirîş ke kewte ser em core şî’rane «şî’rî cûnyar» «mîsnas» wezîrî «uẍsitis» hanehaney eda. eme bo ewe ke ladêyekan biçne şarekanewe. «direydên» şa’îrî gewrey îngilîz em beşe şî’rey verçîl «ke lasî dîmenî tebî’î eka» le latînîyewe kirdûye be îngilîzî û belaẍetî têda nwanduwe, le îngilîzîyekeşewe kirawe be ’erebî. eme nimûneyeke lew şî’raney ke basî behar ekat:

«behar hat cengełî cwan kird û gełay taze kirdewe ... mindałdanî zewî demî kirdewe bo to û ... lew kateda gewrey xwakan le berzîyewe hatne xwarewe ... bo ewe biřjête naw bûke taze cwanekeyewe - ke ew nimnime barananen û şit eřwênin - ... endamî legeł leşî bûkeda têkław bû ... pirûşe gya destî hêna be xoya ... be yarmetîy xwa gijugya xemłî û bû be gułałe ... bałinde dengixoşekan řûyan kirde terîkekan ... gyanleber - ke tebî’et destî têyanewe jendibû - řengî diłdarî û ẍezelxiwazîyan hełhênayewe ...».

verçîl şa’îrî řoman le barî dîmenî tebî’etda bem core espî xoy taw dawe. «ḧacî qadrî koy le meydanî dîmenî behara - ke dîmenî tebî’ete - be 52 şî’ir meydandarî eka. eme nimûneyeke lew biře şî’rey:

witim be bextî xwałû: bese eto bî [û] xwa
le xew heste zemanê biçorewe ewla
guřey beharîye êstêke şax û daxî çya
piře le lale û nesrîn û nêrgis û şehla
le girme girmî seḧab û le hajey baran
çyaye piř le hera û newaye, piř le seda
piře le seyl û golaw û kanî řûy zemîn
piře le berq û birîqey biruske, cewwî sema
şikofe dîrhemî şabaşî bay we’de deka
le şewqî meqdemî xemłîwe dar û berdî çya
pyałey zeřî nergis leser kefî sîmîn
piře le şebnimî wek duřiř û lu’lu’ û lala
gułîş be pencey feyroze camî yaqûtî
lebo nîsar muheyyaye piř le zeř û teła
le şadî wek sefî şayî, le kêw û kej ezhar
heja be xel’etî gułgûn, dekewne řeqis û sema
çemen lelale mîsalî xetî řuxî diłber
syah çadrî lê bote xałî ser gona
lekin benewşe û xaw hełał û beybûnî
mîsalî pêstey xawe ’eyberî mîskî xeta
çya le tewqî serî dařjawe ta kemerî
çu zułfî perçemî derhem, çu perçemî beřeza
be coşî agirî gułnarî kanir hełdequłê
mîsalî dîdey wamîq le ḧesretî ’erza
 

eger êste řastewřast pyaw seyrî şî’rekanî «verçîl» û «ḧacî qadir» bika, ełê: ewaney ke verçîl witûnî nabê le beranber hînekanî ḧacî qadrewe be şî’ir naw bibrên. boyeş wa ełê, çunke temaşay řwałetekeyan eka, îtir çaw lewe epoşê ke heriştêk wergêřaye ser zimanêkî tir cemałî ’îbarit têk eçê. ême karêkman nebêt beser qafye û wişekanyanewe, çunke hînkey verçîl le esłî latînîyekeda le ’îbaretda eger le hînkey ḧacî zyatir nebê kemtir nîye. dîsan tuxnî eweş nakewîn ke verçîl wek şa’îrêkî yonanî le şî’rekanya demî bo felsifeş birduwe. bełkû her qise tenya le fîkirekedaye, ew fîkirey bo dîmenî tebî’et çuwe û basî kirduwe, ḧacîş lay le dîmenî tebî’î kirduwetewe û xoy tê hawîştuwe. eger tenha seyrî lem perdeye bikeyn em edebî kurdîye eger lew edebey řomanîye zyatir nebê, şan be şanî ew her eřwat. boyeş eřwa; çunke eger verçîl çawêkî be kitêbekanî yonan kewtibêt, ḧacî çawî be çî kewtuwe?!. řaste ḧacî em şî’raney le estemboł wituwe, bełam bo dîmen peristî wekû her le kurdewarîda bûbêt waye, wa nebê ke le kurdewarîda dûr kewtuwetewe asoy fîkirî le barî dîmenperistî, ya basî dîmenda lêk kişabêtewe!.

***

eqłî řomanî bo beşwên kewtinî felsefe şwên pêy yonanyan he’egirt. «lukirîşis» şa’îrî řoman eywîst felsefe le şî’irda cê bikatewe, êcgarîş ew biře şî’re felsefîye edebîyekey ke nawî nabû «tebî’etî hemû şit» zor zor pêwe mandû bû. hoy mandûbûnekeşî felsefeke bû, ke ney’ehêşt qafyey şî’rekanî bo bêtewe. bełam gwêy be giranî felsefe her ne’eda û şî’rî be qafyey xoy her da’ena. em şî’raney lukirîşis wêneyekin bo şî’rî latînîyekî êcgar berz, tenya verçîl nebê kes natwanê pêşî kewê. em hemû ’ezyetey kêşa ke çî her le çing řexnegrekan řizgarî nebû!; pêya wit: ew base ew girtûye bedestewe bo şî’ir naguncê, çunke ne wişe û ne wezin û ne qafye lewane nîn ke le řîzî şî’re here berzekana dabnirên!.

lem şî’raney «tebî’etî hemû şit» felsefey «ebîqûrî»yekan der’ebřêt, le hendê şwênya lewaneye řexnegir helî destikewê!, çunke ełê: «şit, şit nîye ke ełêyt ew şite wekû ew şite waye, ewe yekêkyan lewî tiryanewe peyda buwe.kewn le boşayî û legerd pêk hatuwe. madde tya naçê». înca leser gerd «zirّe» û bizûtnewey gerd eřwa û diřêjey edatê ke ecsam çon peyda ebê û çon tya eçê ?. ke seyr ekey em core şitane şî’ir natwanê byangirête xoy, kewabû řexnegrekan naheqyan nîye!.

«lîwnard» şa’îrî emerîkî hemû şî’rekanî «lukirîşis»y kirduwe be îngilîzî, eme nimûneyek lew şî’rane ke řû le «ebîqûr» eka û ełê:

to ey ew kesey berizit kirdotewe le taykîdařûnakîyek ke řêgey řûn ekeytewe bo kameranî.

to, ey sermayey şanazî yonan, min şwênit ekewm.

şwên pêyeket heł’egirim hengaw be hengaw.

berberekanêt nakem, bełam wekû to ekem.

aya peřesêlke berberekanêy «tim» eka?!

«tim»: melêkî mil dirêjî cwane le awdaye.

lew wexteda ke zewî bergî sewz epoşê ełê:

«zewî lew wextewe peyda buwe be hemû wêne gyay řwanduwe.

gyay lê řwa bebê xewş, çe pêdeştî çe serkêy.

mêrgî cwan bû be gułî zerd û sûr.

darekan xerîkî ewebûn řiqeberî legeł yek biken bo berz bûnewe.

pelewer û gyan leber hemû cilî piř û mû, ferayan leber kird.

zewî cwanî be dîmen gya û darî řwand.

înca lenaw sikyewe gyan leberî derkird û ewane leweřan.

lepaşa gyan lebereke ke zor bû, bûbe hemû řeng û şikłêk.

kewabû zewî daykimane û guman le daykêtîda nîye.

jyan têkřa lewewe hat...».

***

«melay cizîrî» le babet felsefey weḧdetewe biře şî’rêkî heye. eger lew řwałeta legeł hînekey «lukirîsiş» cya bin, le esłî felsefekarîda yek egirnewe. bełam tenya felsefe, îtir berzî û nizmî her kamyan ewe şî’rekan xoyan derî exen. ca eme nimûneyeke lew biře şî’rey mela:

ferq waḧîd ji eḧed lê di meqamê semedî
be ḧeqîqet kû yekin herdû, çe waḧîd û çe eḧed
yeke derya tu bizan qenc, çe mewc û çe ḧubab
di esłida kû ḧemê ave, çe av û çe cemed
aftabî eḧedîyet le xuda girtye kewn
newekû ’umrek heye lê girtye çe hevînî me řemed
ḧusin û zatê but û latan ji cemalê «semedArabic»e
ji mîsala senemê wek tecella be «semedArabic»

«baba tahîrî hemedan ełê:

behar ayî beher lale dilî bî
beher lale hezaran bulbulî bî
beher merzî neyarem pa nehaden
mebad ez mu beter sûte dilî bî

pyaw ke berawirdî felsefey edebî em dû qewme eka -řomanî û kurdî- ełê: aya çe karesatêk buwe ke tengî dirêjî zemanî hênawetewe bo ewe em dû fîkireye bigenewe be yek?!.