edebî kurdî û ’îbrîy kon

From the Book:
Mêjûy Edebî Kurdî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 13 minutes  1839 views

edebî «’îbrî» serḧełqey zincîreyeke le edebekanî «samî» kon ke le dewruberî «cizîrةal’irb»da serî hełdawe. boye peyda buwe, çunke ’îbrîyekan le pêdeştekanewe hatin beser «erden»da û le «felestîn» gîrsanewe. le pêş em hatneyana be şêwey «aramî» qiseyan ekird. em şêweye le hemû zimanî ’erebî nizîktir bû, ke çûne felestîn şêwey qise kirdinî danîştuwekanî felestîn ke şêwey ken’anî bû, weryan girt û kirdyan be şêwey nûsîn û qisekirdinî xoyan her çende emeyan kird, bełam her zimanyan pak nebuwewe le zimane esłîyekey xoyan - ke zimanî aramî bû - ca le ber eme cyawazîyekî kem le layen şêwey qisekirdinewe le beyn emaneda û le beyn ken’anî, ya felestînekana peyda bû; her le ber eme bû ke zimanekey xoyanyan naw na «zimanî ’îbrî» leber em hat û çû kirdineyan û bê cêgeyîyeyan ew edebe ’îbrîye ke pyaw êste bîgrê be destewe tarîx mêjûy egêřêtewe bo sed sałêk pêş mîlad.

ewey ême lêre bîgrîn bedestewe beranberî pê bikeyn legeł edebî kurdîda tenya dû şite:

yekem: «kitêbî pîroz - tewrat û încîl» ke eme ayetêke le ayatî edeb.

dûhem: pendî pêşînanyan ke le zimanêkî konewe be pêy goranî xoyan kewtote ser zimanyan û eḧwałî ’eqłîyeyan pîşan eda.

ca bem bonewe ême çawêk exşênîn be kitêbî pîrozda bew nawewe ke kitêbêkî ayînîye û hîç kitêbêkî ayînî xałî nîye le edeb. dîsan wekû edebîşe, kitêbêkî tarîxîşe, eger be nawî tarîxîşewe qisey lêwe bikirêt, her wekû ewe waye ke qise le bełgekanî «hîrudut» û «gezenefun»ewe bikirêt... eger xo benawî edebîşewe qisey lêwe bikirêt, wekû gwêçke le dengî edebêkî zor xoş bêt waye. dyare qise lem core şitanewe zyanêk be ayîn nageyênê newek her ewende bełkû qazancêkî zor gewre be mêjû û edeb egeyenê.

«tewrat» ke pêy ełên: peymanî kon «’ehdî qedîm» ew şitaneye ke pêş mesîḧnûsrawetewe û binaẍey edebî ’îbrî û ayînî cûlekeye. wekû hî ewane binaẍey ayînî gawrîşe û kitêbêkî here gewreye le adab û řewştî hemû qewmekanî gawirda cûleke û gawir herdûkyan dan be peymanî kon «tewrat»da enên. le paşa lêk cya bûnewe, kitêbî cûleke bû be «telmûd» kitêbî gawir bû be peymanî taze «’ehdî cedîd» yanê încîl, «telmûd» hênde yasayeke ke seřokekanî ayînî cûleke şerḧyan lê kirduwe çe xoy çe şerḧekey ew řewişt adetaneye ke culekekan pişt be pişt eybenewe «’» em destigritney cûleke be řewişt û ’adatî konyanewe, kirdûyete karê ke her le zemanêkî zuwewe nakokî legeł gawrekanî pawrûpada bikewête beynyan. herweha cûleke leber em řewşteyan goya xwênî xoyan be pakî hêştotewe, ne jin be kes eden ne jinîş le kes dênin bełam le dewrî konyana wa nebûn, wekû «’ezray kahîn» eygêřêtewe xwênekey xoyan be hoy jin û jinḧiwazyewe legeł ẍeyrî xoyan pîs kirduwe û cûlekeyekî saẍ le netewey îsra’îl nemawetewe. dîsan lem sed sałey dwayîyeda be hoy têkławbûnyan be awrûpawe ewendey tir xwênyan têkçû. «telmûd» eger seyrî tenya nuxtey řewştîy têda bikirêt taqe kitêbêkî ’alemîye. bełam eger seyrî eqił û wişkîy cûlekekan bikirêt, wa nebê kar bikate ser edebî qewmêkî tir, ya kirdibêtî, bêcge le cûleke xoyan, qewmêkî tir kemtir temaşay eken û eyxiwênnewe. dîsan legeł emeşda her wergêřawetewe ser zimanî awrûpa û nûserekanî awrûpa gelê car qisey telmûd û pyawî cûleke buwe be serçawey îlhamî nûsînyan.

em telmûde ta ko kirayewe nizîkey sê sedey kêşa, wate: le seruberî sedey çwaremî paş mîlad ta axir û oxrî şeşem. dîsan xoyşî ebê be dû beşewe: yekem: «mîşya» ke komełe eḧkamêkî şer’îye û goya leser řewştî «peymanî kon» dirust kirawe û be ’îbrî nûsrawetewe. dûhem: «cemar» ke be ’îbrî û aramî nûsrawetewe. aramîş ew loẍeteye ke beşî zorî «peymanî taze»y le seretada nûsrawetewe. ca em çîroke nimûneyeke le edebî ’îbrî, ya cûleke, ke le telmûdda heye:

«çelêk serokî şarêk nokerekey xoy narde bazař û masîyekî bo bikřêt. pyaweke ke çuwe bazařî masî firoşekan seyrî kird hemûy firoşrawe tenya masîyek nebê, ewîş cûlekeyekî berg dirû leserî westawe her zyadî eka. pyaweke witî: «em masîye leser min be parçe ałtûnêk!». cûlekeke witî: «leser min be dû ałtûn!». nokereke lêy zyad kird û cûlekeke zyatrî kird. cûlekeke neyhêşt masîyekey le dest derçê ta be de ałtûn kiřî!. nokereke be destî xałî hatewe bolay aẍakey û karesatekey bo gêřayewe. serokeke tûře bû û nardî beşwên ḧûlekekeda, hênayan û lêy pirsî: to firmanit çîye? witî: qurban berg dirûm. ke wa bêt çon etwanî masîyekî wa giran bikřît!? we çon wêrat zyad bikeyt leser ew masîye ke pyawekey min eywîst bîkřêt? axir netzanî eme minî pê eşkêm?!. cûlekeke witî: qurban nyazim kirdibû sibeynê beřojû bim, we wîstim îmřo masî bixom bo ewe bitwanim řojuweke bigirim, leber eme nemtiwanî dest le masîyeke hełgirim!. serokeke witî: be çîda řojêkî wekû sibeynê gewretre le řojêkî tir? cûlekeke witî: qurban be çîda to gewretrît beser pyawêkî tirda bo ew payeye ke leserît?. serokeke witî: padşa wîstûyetî ke min em payeyem bibêtu ew pêy dawim. cûlekeke witî: herwehaş padşay padşahan wîstûyetî ke řojêkî wekû sibeynê le řojekanî tir gewretir bêt!. ca leber eme ême hîwadarîn ke xwa leber ew řoje le gunaḧman bibûrêt!. serokeke witî: ke wa bêt to řast ekeyt û biřo be řêy xotewe!. cûlekeke lêyda řoyşit.

***

ême namanewê bigeřêyn be tewratda û mêjûy tewrat bigêřînewe, çunke baskirdin le 39 «sefer» û le řastîşda hemû 3 sefer bêt, esfarî qanûn, esfarî pêẍemberan, komełe qiseyekî tirî hemû core; mêjûyekî wekû mêjûy edebî kurdî îşêkî bemewe nîye. mebest ewe bû ke tenya nimûneyek le cewherî edebî telmûd - ke edebêkî ’îbrîman pîşan eda - bixeyne berçaw ew kese ke çawî be edebêkî kurdî ekewê le beranber ewda. ca edebe kurdîyekey beranberî aya le ayînewe bidwêt ya le şitêkî tirewe, ewe mebest nîye, çunke tenya derbiřînî cewherî edebekeman ewê newek new’ekey. dîsan eger bêt û edebî kurdî hemû bibřîn beser edebî ayînîda, ebê ewe biçête diłmanewe ke bêcge le edebî ayînî hîç edebêkî tir le kurdîda nîye legeł eweda wayş nîye. herweha emeş ewe nageyenê ke edebî ’îbrî hemûy her ayînî řûte, bełam ewe egeyenê ke demî bo her şitêk birdibêt çe le hatuçûy benî îsraylda bê, çe le şeř û şořda bê, çe le komełayetîda her têkławî kirduwe be ayînewe. tenanet yekêkî wekû «mîlton» şa’îrî îngilîzî ke gelê xeyałî cwan cwanîşî le «seferî tekwînda» nwanduwe, her neytiwanîwe be tewawî le edebêkî dînî labda. ke wa bû ême xoman nabestînewe bewewe ke biłêyn: ew edebe ’îbrye ke eyhênîn û beranberî legeł edebêkî kurdîda pê ekenîn, leber ewe ew dînîye ebê edebe kurdîyekeş her dînî bê. çunme wekû witman: ême mebestiman derbiřînî cewherî edebekeye newek new’eke. ca leber emeye ke ełên: edebî kurdî ełê:

«çelêk minałe kurdêk le řojêkî payîzda dunya sard bû, çuwe derewe le deştî ber małekeyana beçke marêkî berçaw kewt ke serma siřî kirdibû û ney’etwanî bibziwêtewe; emîş belayewe cwan bû, zorîş bezeyî pya hatewe, lêy newî û hełîgirt û hênayewe bo małewe û xistye koşyewe û legwê agirdaneke leber agireke danîşt. zorî pê neçû tûle mareke be tînî agireke germî buwewe û kewte cimucûł! řast buwewe û wîstî bida be minałekewe!. lew kateda bawkî mindałeke kirdî be jûra û beçkemarekey kuşt û be kuřekey wit: řołe, çake legeł na’ehla meke, peşîman ebîtewe. řołe çake kirdin legeł pyawî xirapa wekû xirape kirdin waye legeł pyawî çaka!.

ewe bû le pêşa witman «peymanî kon» bû be dû pelewe, yekê, «telmûd», yekê «peymanî taze» ke încîle. mebestiman ewe nebû ke le edebî «încîl» werbigrîn. çunke încîl ke kitêbî pîroze û ebê be çwar beşewe: încîlî «meta», hî «merqes», hî «loqa», hî «ḧena», we emane lepêş hemû şitêkda zyatir qise le jyanî ’îsawe eken û le řastîşda karêkî zorîşyan kirduwete ser serçawey îlhamî edîbekeyan. tenanet ewaneş ke gawir nîn. bełam lelayen edebîyewe hêşta le zimanekanî tirda betewawî em încîle cêy xoy nekirduwetewe, meger «arnîst řînan» feylesûfî ferensizî nebê ke ew jyanî ’îsay beřastî be şêweyekî edebî zor cwanda gêřawetewe û nawî nawe «jyanî mesîḧ». her cor bêt serçawey em kitêbe her tewrate û ewe bû nimûneyekman lê xiste berçaw, lewe zyatir le meram der’eçêt.

***

dîsan ewe bû witman: corêkî tir le edebî ’îbrî pendî pêşînanyane - ke emanewê legeł hî kurdîda řûbeřûyan keynewe -. bełê, cûleke pendî pêşînanî xoyanyan le zemanêkî zor konewe bo mawetewe ke em pendane jyan û tefkîr û řewşityan le zemanî řabirdûda êste pê dênnewe berçaw; ke çon hendê car gewreyî û hendê car jêrdesteyî beseryana hatuwe? we çon lenaw małda řa’ebuwêrin?.

ca eme çend daneyeke lew pendaneyan:

1- «cwanî çepke gułêke pîrî byekołe». wate: tac le dewrî gencîda cwan û sûke, le dewrî pîrîda giran û naşîrîne.

2- «tûtiřk her le minałîyewe derzî dirust eka». wate: minał ew kirdewane ke le dewrî minałîda eyka pyaw agadar eka lew kirdewane ke le dewrî gewreyîşda eyka.

3- «ême le minałîda pyaw bûyn, ke pîr bûyn leberçaw merdim bûyn be minał» yanê: hendê kes her le minałîda zîrekî û bizêwî enwênê û îşî gewre gewreyan pê espêrin, ke pîr bûn natwanin yeke biken, wekû mindałyan lê dêtewe.

4- «pyawî pîr ełê: min bo şitêk egeřim ke winim mirduwe». wate: pyawî pîr ke piştî komayewe çaw ebřête zewî wekû şitêkî lê win bûbêt!.

5- «hejarî be şwên hejarîda eřwa».

6- «leber qapî dûkan, dost û birader zore, leber qapî hejarî ne dost heye ne birader». yanê: ke dewłemend bûyt biraderit zore, ke hejar bûyt kest nîye.

7- «eger wityan dostêkit mird biřwa bike, eger wityan dewłemend bû biřwa meke». wate: qisey naxoş zortir řû eda heta hî xoş.

8- «jinî şest sałe wekû kigî şeş sałe heřa eka be şwên dihoł û zuřnay zemawenda». yanê: jin ba zor pîrîş bê, her hoşî ha belay daykyetîyewe.

9- «pêławêkim nawê gewretir bê le pêy xom». wate: jin hênan le binemałeyekî dewłementir le pyaweke wa nebê kameranî bê.

10- «eger gemał pêt weřî biçore małewe, eger dêłeseg pêt weřî le mał derço!». lêreda mebestyan be «gemał» zawa û be «dêłeseg» bûke. yanê: lût û pûtî zawa heł’egîrêt, bełam hî bûk hełnagîrêt.

beranber bem pendane çend pendêkî pêşînanî kurdîş ehênînewe, lepaş temaşakirdinî her dûkyan, payey her dû layan û giranî û sûkîyan beranber be yek der’ekewê, pêwîst naka ême derîbřîn.

 

pendî pêşînanî kurdî ełê:

1- «pyawî pîr kewçkî małe». wate: hîçî pê nakirê her le mała ekewê.

2- «řûnakî mang serle’êware dyare». wate: ke îş çak hate pêşewe, her le seretawe dyare.

3- «bungise bałay çił geze řîşe». «bungis: bist». yanê: ke seyrî temenî ekey minałe, ke seyrî eqłî ekey pîre.

4- «pyawî pîr qaçî ebê be sê». yanê: hêzî namênê dar egrê be destewe.

5- «negbetî xoy çake qortekanî xirape». wate: pêşengî negbetî hat, leşkirekeşî dêt.

6- «megez le dewrî şîrînî». «megez: mêş» wate: merdim le dewrî şit ko ebnewe.

7- «beła wekû piłupûş esûřêtewe». yanê: nahemwarî û xirape’ewende zoře, be hemû layekda esûřêtewe.

8- «bêzûy pîrêjin bûkênîye». wate: jin le pîrîşda xeyałî cwanî her ledest nada, bo ewe bibê be daykî kuřan.

9- «ne pêławî teng, ne małî be ceng». yanê: jin le mała ke xoy be zyad zanî, małeke eka be ajawe û tałî eka.

10- «kiçim legeł tome, bûkê gwêt lê bê». wate: řastewxo natwanî legeł bûkekeda qise bika, kiçekey eka be perjîn.

eger ême be wirdî temaşay em dû core pendî pêşînane bikeyn, le hemû sûçêkewe gelê lêk eçin, we wekû ewe waye ke em duwe leyek şoyn jyabêtin.

tenanet eger yekêkî neşareza seyrî herdûkyan bika, hîç naçête diłyewe ke eme hî dû qewmî cyawazin, meger beweda leyekyan bikatewe ke me’nay zortir le hî kurdîyekedaye, legeł cwanî wişe û diłçespî ’îbaretekeda.