behar hatewe
From the Book:
            Şarî Diɫ
        By:
                Kamel Emami (1903-1989)
        
             1 minutes
             2237 views
        
        
    behar hatewe, guł debin peyda
çîmen, sewzayî, ew biřwa pêyda
towî diłekey xom hełgirt bo ew
le mełbendî wî çandim le řêda
gułałesûre bête pêşwazî
ba lêy bipirsê meylî be kê da?
herwek dił deçê: sûr û xwênawî
bo pêşwaz başe, boy buwe şeyda