pêncixiştekî samî leser şî’rî qubad celîzadey şa’îrî law

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 2 minutes  483 views
qełay «ẍemdan» û kwêstan û hewarî newbehar hîçe
eger xaray qereydûn bê le ałtûnîş dewar hîçe
teław û gewher û duřî cîhan babê bebar hîçe
«ke tom yar bî ’ezîzî min hezar û yek neyar hîçe
leřast zebrî tifengêka řimaḧî bê jimar hîçe»
eto nazanî ew yare çi şîrîn û çi yarêke
çi bała berz û qedbarîk benaz û çaw xumarêke
ke boy ’etrî henasey bê heta mirdin becarêke
«beharî řûy behadarit beçwar fesłe beharêke
lelay bax û gułistanî wenewşe û lalezar hîçe»
le bê meylît le nałîn û le daney xał û naw dawim
be’agirî ’îşqî to cane le çeywanit ke sûtawim
bexoşt baş ke deyzanî hemû ’umirit beba dawim
«kemin em denge naskey tom leber gwê bê çiray çawim
çi ḧacet sozî musîqa keman û ’ud û tar hîçe»
bepêçey mekir û zułfanit lemin dûbare dapoşe
diłî min toy lenaw daye lenaw qułpey giř û coşe
beheşt baxî nemrûdî bebê to bê lelam boşe
«eger sîrwanê hełbestim be’awî çaw lelam xoşe
keçon me’lûme diłdarî bebê giryan û zar hîçe»
lebo kuştin çi bê řeḧme çi ẍeddar û çi bê bake
ewa kuştin enîsîtî beřûy řojî ke řûnake
le biřway to ke ’aşiq her binałênê weha çake
«kezî îşkiçî memkołet lemew bedwa lebo naka
kezanî ’aşiqî şeyda řiq û xewfî le mar hîçe»
xezêney ḧusnî to gyane dił û bîrî ewa sende
kizey keyf û wefadarî bed û lêw û dem û xende
le samîPen name gerden û mil wek xoten xwan û semerqende
«diłî zarî «celîzade» be’egrîcet weha bende
temay bo serfîrazbûn û umêdî bo qutar hîçye»