wey ke ’asîm û gunahkar cahîl û ḧeywan minim

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 2 minutes  425 views
wey ke ’asîm û gunahkar cahîl û ḧeywan minim
bê beşî ’îlim û ḧeqa’îq dûrî řêy qur’an minim
musteḧqî wesyetî ew ayetî luqman minim
ey xuda yexsîrî nefis û besteyî şeytan minim
kułkêşim bo gunahan ’ehd û bê peyman minim
nefsî bê dîn û nezanim dayma bare leqîn
řêy nedamet tagrê xo carê řûnaka le dîn
ger eto řeḧmî nekey pêy ya îlahul’alemîn
bendeyî jîr emrî nefsî piř le’îm û ew le’în
tepłî seḧḧarî û nefamî wa’îzî qaqan minim
małêkî mułk û ḧeqîqet mirdin û jyan her etoy
ger xelasim key le çengî nefis û şeytan her etoy
padşahî xêwî cennet û ḧur û ẍîlman her etoy
saḧbî textî berîn û شاە û sułtan her etoy
ḧewluder bonan û xwan û řûřeşî caran minim
pêy le esrarî ḧeqîqet ger binêy yekêk bexoy
xoy bemucrîm dabnêtin çend gunihkare bexoy
bergî cehil û pîsî şeytan xoy bişwatin her bexoy
ya kesêk bê ê’tiraf ka bew gunahaney lexoy
emma ’asî û şermezar û lumeyî karan minim
wasî’e řeḧmî xudawend řacme bo îns û can
ew debexşê cêy û mekan û xoşî bê cê bê mekan
ger ceḧîm û awî zequm bade bexşî cenetan
samîPen nameye mijdey beşarit lew xudayey mîhreban
her le řeḧim û merḧemet da çendî na’însan minim