bew fîẍan û derde bimirim ’îşqî to wa lazme

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 2 minutes  515 views
bew fîẍan û derde bimirim ’îşqî to wa lazme
dête gerden bo girîban kifne key şanazme
wa ecel hat bîke ber min hedyeyî mumtazme
ḧesretî dûrî fîraqit xom her dem diłxiwazme
sewtî bulbul wa le ḧesret neẍme û awazme
wa le dinya koçekem min hatme wextî înzîmam
herçî xoşî bû ke nemdî şahîde wesfî kelam
carekî ew yare şoxe bo serêkî lê nedam
’udî xusrewPerson camî cemşîdPerson ceyşî eskenderPerson temam
pakî bo xoşî le keyf û xendeyî gułnazme
pakî babî ger bifermûy qîmetî kanî beceng
deyxeme lerzîn û tengî bew lep û çengî qułeng
gîw û řostem bêne meydan ehlî nagatê be deng
cengî hîtlerPerson ceyşî yaban hełmetî turk û feřeng
her beşî ḧemleyeke bo min wek mijey serbazme
bê nemamî qeddî şoxt jîn û xoşîm bo çîye
xew bebê to merge bo min ḧorî dinyam bo çîye
cennet û dozex bemin çî abî ’îşqîm noşîye
mułkî êranLocation û fereng û mîsirLocation û řomLocationm bo çîye
min ke kuştey zułfî çîn û çawekey piř nazme
ẍeyrî naxoşî le dinya zor û kem hîçim nîye
xo wekû şahî suleyman dêw û ’îfrîtim nîye
’îlmî asef ḧîlmî yusifPerson sozî ye’qubPersonm nîye
çî bikem çarim le dest çû sebrî eyyûbPersonm nîye
bo nemamî qeddî şoxt wek teyr perwazme
car dełêm bê řeḧme yarim wa bexom lomey dekem
car le tekye hełpeřîn û dêm dełêm tobey dekem
car xeyałî dû bedwîne ax û serkoney dekem
be’zê caran řû le xoşî keyf û bezmî şoxekem
be’zê caran wa le beřye bo leyl hergazme
ger bibînî ḧusnî leyla ’alemî ser řûy zemîn
debte dêwane û dełêtin ya îlahul’alemîn
çon debîtin wa muzeyyen ẍeyrî fîrdewsî berîn
tacî keyka camî cemşîd tepłî îflatun yeqîn
biřbut û çengî ferîdun ’ud û çeng û sazme
wa le seḧra hat û çûnî şîrînî ew ahwe
her le dewrim wa desûřê dił biba ew caduwe
pêy dełêm tuxwa necatim de bekuştin ta zuwe
her bemnidałî ke «samîPen namet» wa be’aşiq xwêndewe
şaxî hîcirit takû mirdin řêge û hewrazme