mamostay gewrem şa’îrî řengîn

wełamî muftî bo melaqadrî dêy armirde
From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 1 minutes  627 views
mamostay gewrem şa’îrî řengîn
kogay zanistî řêgay şer’ û dîn
ew pirsyaraney ke to lêt kirdûm
cwabît ’erz ekem takû nemirdûm
cêgey to le dêy çoł û lapeře
komełî dûrin wek bizin û meře
hîçtan nazanin em dinyay řûne
çone û çi řenge û ’alem çilone
dinya bo xełkî êste beheşte
toş xorakî gał, bergî caw beşte
’alem be sin’et çûn bo asman
taze to egrît bo axir zeman?
fermûte kiçan bo mekteb eçin
key xwa fermûye xwêndewar nebin?
ewanîş wek to ademîzadin
şerîkî pyawin ḧuř û azadin
jinî wiłatan bûn be karbedes
toş emir ekey bixrêne qefes
nûsîn be kurdî takey kufre lat
boç lat naxoşe zibanî wiłat
lêm zwîr nebî hawřêy jîntim
kurdim wêney to hem hawdîntim
bełam le daxan ke wa dwakewtûyn
’alem huşyare û ême her xewtûyn
naçarim eyłêm ewey eyzanim
piř’êşe zamî goşt û êsqanim
mela ’ebdułłaPen namey tûtniçî pênciwîn
cwabî daytewe be zûbanî dîn