le şukiraney xwa key der’eçim min

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 1 minutes  656 views
le şukiraney xwa key der’eçim min
ke emsałîş necatim bû le tûtin
nizîkî sał û nîwêkî tewawe
be zincîrî cefa qaçim ceřawe
lelay ḧemmałî tûtin çaw berewjêr
emin wek dêłeřêwî ew wekû şêr
pena be xwa ke emdî gewrekey ew
cîhan tarîk ebû lêm herwekû şew
cexar û derd û nasorî be defter
tewaw nabê le dinya ta be meḧşer
eger qazancekey dûsed dînare
lelay min kake her wek jehrî mare
ekem tobey nesûḧî ta be mirdin
nebim têkeł legeł erbabî tûtin