lam waye řozî nabarê bo kes

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 1 minutes  444 views
lam waye řozî nabarê bo kes
esûřêtewe em des bo ew des
yekê pênc sałe xerîkî řence
yekê tir eyba be zorî pence
yekê be bermał yekê be małbiř
yekê be turbey derwêşî kełuř
yek be bermał, be tezbîḧ û řîş
ejî bedaym bê kar û bê îş
yekê le behar hetakû payîz
kasbî naka nayda be azîz
takû aẍay dê hemûy beş eka
herwek birabeş le dan û le ka
yekê be xełwe û çilekêşane
le sed la boy dê bebê pêwane
yekê řêgre û cerdey sermilan
çî ber pel kewê eyba be tałan
yekê xawenî cinoke û dêwe
boy dê hemû şit le şar û dêwe
yekê be du’ay ebûdûcane
dînarêk eba serqełemane
yekê be gez û metir û tirazû
dewłemend ebê be zorî bazû
yekê be madey qanûnî beẍdaLocation
beşî xoy eba be sat û sewda
yekê be zerg û şimşêr û keşkoł
koy ekatewe be bar û be koł
beřastî řojî ’ereq řêjane
berhemhênanî bax û bêstane
cût û felaḧî û ’erizkêłane
řojî ke wa bû puxt û cwane