kuřim gwê bigre ger huşyar û merdî

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 1 minutes  661 views
kuřim gwê bigre ger huşyar û merdî
bizane çî ełêm ta ser be wirdî
heta genc û behêzî bo jyanit
biřencêne leşt bo berg û nanit
bînayek bêne dî bo ḧałî pîrî
dirustî ke be huşyarî û be jîrî
nebê çawit le qesrî xan û begler
ke nexşawin be xişt û berdî meřmeř
ebê neřwanî bo parey em û ew
bełam çawit bisûřê laberê xew
bizane û tê bige em qesir û pare
binaẍey řenc û zor û îş û kare
emeş fermûdeyî zatî xwaye
mełê qisey herwa bayî hewaye
xwa fermûy bebê řenc û teqella
beşer ser nakewêt naçête bała
ke wa bû hewłe bo her îş û karê
nebînra bo kesê filsê bibarê
be koşîne hemû noşîn û poşîn
le bûna cwane her dû şadî û şîn
be řûsûrî ejî em řêge bigrî
ḧuř û serbest ebî hettakû emrî