pîrekey weten xemxiwarî feqîr

bo pîremêrd
From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 1 minutes  556 views
pîrekey weten xemxiwarî feqîr
bo hezar feqîr bûyte destigîr
hetakû mawim supast ekem
le hemû layek min bast ekem
beynêke nawim le jîna nîye
hełbet ezanî wastey çîye
ḧałim perêşan derdim karîye
beřûy nizarim qendeharîye
gunye û ḧesîrim qał û şîrdaxe
kase û giłênem pyałe û perdaxe
jajî qilyanim çayî sîlane
nanî herzinim şekirî fincane
lem řojî řeşa no ser xêzanim
kasbikar xomim pîr û bê gyanim
ta nan řêk exem bergim diřawe
le hewłî berga cergim biřawe
têfkire qurban lem çeşne jîne
hoşim çon leser meqaley jîne
meger her biłêyn yařebî hîtlerNamed-Entity
zû řenceřo key, bîkey derbeder
em agire ke wa berbote diłman
xwa heq bisênî le şeřî ełmanNamed-Entity