xudaye

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  586 views
yařeb ta kengî hejarî û lengî
wa barî min bê bê hêzî û lengî
bê kelk bwîm hêzim biřawe
řeḧmim pê bike û bê gore řengî
lenaw azara nemmawe qerar
dawat lê dekem ewa bedengî
lê pařanewe ey xuday mezin
hasane lelat pîrbûn û şengî
herçend řû řeşim le derganey to
necat ledestî dîwan û zengî
samîPen name řûy lête ta xelasî key
ledestî pîs û girj û debengî