xełq şikandin

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  379 views
herçî xełqî bişkênê ẍayey xohełkêşane
sûkî çon giran debê şêlmîş her bekêşane
to xełqî bo deşkênî eger bexot neşkawî
lomey ew kesey dekey kewa le řoḧ kêşane
***
hî lomey xełqî deka wazî lexoy hênawe
zor hîç û bê nimude lenaw xełqî şikawe
nawêkî lexoy denê û xopêşandanî xełqî
çûnkî bo xoy hîç nîye û lenaw xełqî bênawe
***
samîPen name hêşta çit dîwe xiraptir le paştire
lomey xot bikey gelek lehî xełq çatre
mełê ’eqłî min wirde pisyar le naḧezit bike
heta pêşanit bida ’eqiłit lewan şaştire