her waye kake

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 2 minutes  391 views
ger çiłkin nebî laşet naxurê
zengînîş nebî małit naxurê
firmêskî çawim wekû kanîye
wek gencî sûre wekû kanîye
çunkînê pulê deka sermaye
boyê hawînan lelay sermaye
letawî bałat pîşem zarîye
nawî tom herkat leser zarîye
bo cunan deden bew tazelawe
pêy dełêy biço kake bem lawe
eger banehat le asmanî şîn
boçî deka weyla û hawar û şîn
nazanim çi bû ew derde lome
herçî hełbistê deman ka lome
zor seyre lelam ew lawe řûte
etoy xoş dewê ’aşiqî řûte
hende ’aqił û zana û behestî
leber kesêkî nem dîwe hestî
heřeşan deka bełam beqestî
bedił wanîye tirsane qestî
şerabî ’îşqî xwarduwe meste
ew çawaney çend xumar û meste
lenaw şa’îran ew qise bawe
diłî ’aşiq wek pûşe bebawe
hende şîrîne wek hengiwînî řaw
bełam bo ’aşiq wa deçête řaw
lebo ’aşiqî řûy qestî ser deka
çawî wek şehên deştî ser deka
diłim dananê qet meylî řabî
paşî bałakey ba dinya řabî
hezar carî min cun dey û derkey
wazit lê naynim her dême derkey
dezanim diłit her dête gořan
bełam min demirim deçme naw gořan
ew hîç û puçey berde ba biřwa!
zor bê demaẍe gelek bê biřwa
lew katî kewa řojî řût hełat
řeqîb wek gurg bo şaxan hełat
ew řojî dîtim ke bû bezawa
detgu mangaye wa taze zawa
le yekêk bîstim qewmêk le qewman
wekû şêrane bûn lelê qewman
pyawêkîşim dît destî kirdewe
sulḧêkî têkda xestî kirdewe
xoy řagirtuwe destî lê berde
diłit legełyan wek dar û berde
pêm biłên çend bû daxo pareke
bast bo kirdim sałî pareke
dîsan buxtanit bo pê kirdewe
kalew goryet bo leber kirdewe
samîPen name herçende gel westaye
destî le ejno le kar westaye