bo lay birader

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  354 views
ba têt bigeynim ger řastit dewê
kem biřo bo lay hende meçuwe wê
eger hat û çûy zor damenîşe
nek biłê hende çî lêman dewê
***
ke çûşî qisey zor nekey başe
nełên zor biłê û çeney heraşe
hî neşzanî qisey lê meke
eger wa nebêt çûnit belaşe
***
ba pêşt biłêm lebîrî meke
be zor çûnîşt diłgîrî meke
lebo ew kare le nawendî be
besam qeşmerî bepîrî meke