bizane

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  385 views
ew mîwe teřey xawên û pake
dyare perwerdey le cergî xake
her xakîş deyxiwa boy debtewe xak
zorin lewaney dûrin le çake
dełên îdî xwa berî aw û xake
paş mirdin gyanî lenaw eflake
edî aw û xak ger gyanî nebê
xwardin û xwardinewey boçî kelake
ger panyan heye ka cêy gyanî wan
boç wa le bexşîn sexî û bê bake
bexşindîy gyan cêgey sersame
çon hênde sexî û merd û çalake