mestî leylame

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  341 views
hergîz xeyałî estone diłim
bêhoş û kasî şew bote diłim
gewherî ’işqî nazî çawbaze
dezanî kewa hî xote diłim
xencerî mujey xwênřêjî ’aşiq
let letî şîrî ebrote diłim
melḧemî lêwî şekerbarî to
çûnkî řoj û şew le řûte diłim
ciger sûtawî tome bê pîrew
birjawî xałî pişkote diłim
nazanim kewa zanîtit eto
her le hengawî şew û řote diłim
samî wa baẍanî sînekey sî bat
legeł baẍewan wa cûte diłim