bawkim

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  447 views
bawkim lew dunyaye herkes boxo boxoye
qazancî giştît dewê fiřufêł û diroye
çake dekeyn leber wey her yekdî pêbşikênîn
her kirdewe û karî xot boto debê û hî toye
***
qisey řastî debêjim řastîman têda nîye
bo řastîş ’emel nebê gûtin çî têda nîye
bîke û biłê wa kirdim naçar biřwat pê dekem
kirdit qiset tewawe deykem cêy biřwa nîye