wexte kwêstanî diłim befrî xemî řeş bêtewe

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 1 minutes  481 views
wexte kwêstanî diłim befrî xemî řeş bêtewe
wa jyan û jînî min dûbare řêk exrêtewe
diřkî mîḧnet muddetê bû, çû be cergimda bełam
ḧimdillihArabic wa ezanim zûbezû derbêtewe
ger xwa meylî bibê şadî lecêy şîwen ebê
...Missing şerabî dûbare sed barî leser exurêtewe
mujde bê ey bulbulanî ’aşiqî gułzarî guł
wa le emřo û sibḧeya xunçey emel bikirêtewe
ey senem to bî û xwa nextê be ’îşwe û cîlwe bê
ba bijîm emřo le sayey tozî xakî pêtewe
tiflî ḧałim kewtibû bê ḧał û bê deng û ziban
wa be hîwa hem leser cê bê xeter hestêtewe
bay seba emřo geyandî kaẍezî mujdey necat
diřkî şadîman be bay řeḧmet leser ekirêtewe
xo řeqîb nawî nemabû wam ezanî mirduwe
yařebî emca becarê bîkujê û bibřêtewe
muftîPen name bazî ’îşqeket perwazî kird û xem mexo
řoj be řûnakî ebînê bê seda xoy dêtewe