mirdin mirdine

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  338 views
ke şew hat denûy wekî mirdî way
nazanî hejar yan begler û şay
ke řoj debtewe zîndû debyewe
dezanî le jîn êstakeş her may
***
ke bê bitanê nûstin terk ka
hende nezan bê terkî berg ka
serkewtin kanî lebo nenûstin
deçî bo lay kê çarey merg ka
***
xewîş her kiç û kuřî mirdine
mirdinîş pîşey însan birdine
her debê biłên hîç çarey nîye
şitêke cêgay sam lêkirdine