be meylî azad

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  336 views
min lenaw şîn û řo řo hawzimanî bulbulim
ew denałê ta beyan dê bo dem û zar gułim
min legeł ew wa le şêx, ew lebo xunçe û demî
min bo şoxêk denałim amîney gyan û diłim
perçemî daw be dawe dête çerxî řûmetî
pirçekey misk û xuten carbecar wek sunbulim
dête berçaw be yadî debme ferhadî duwem
hate hêrş bo selîbim, hat û deyxate milim
debê azad bê laşem biçme baẍî sînekey
lebîr naçê demêkî wa mezanin ẍafiłim
samî ’ewdałPen nameyiş wek min kewte dawî şoxekey
dełê xwaye dexîlek amîney şox û şilim