xoşewîst

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  404 views
swêndim be çawî kałit dił bo to le nałeye
řoj û şewê bê’aram le bîrî ew xałeye
leser kułmey wek çirat dełê xełqî hejarin
zengînî giştî cîhan ew dû lêwe ałeye
***
hoşim lenaw penceyêtî, bîrim perdaxî meyêtî
hêşta her lêm lalûte çend ’aşiq le lomeyêtî
herçî bîka legeł min pêmxoşe û yarî xome
bełam daxim ew daxe mergeweř her oxeyêtî
***
seyr ken ew didaney be sed gewher herzane
sipî, lebin lêwî ał dełêy çiray şewane
tarîkîy dił řûn deka takû diłan bełed bin
samê neken le řêgay baẍî sîne û memane