bay behar

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  292 views
kizey ba dê jînî guł le çom û deşt û baẍanî
qerarî bû nema bulbul lebo xunçe û hełałanî
le nałîn ’ałemî bała cîhanîşî ewa piř kird
xew û xorak nema îmřo le şîn û derd û hîcranî
bełam ça bû eto ey yar be hawarî diłim hatî
dena dił çûbû sûtabû be giřî guł be hasanî
leber ’îşqî wefadarît le baweş nam be keyfî xot
dertihênam, kiřit kirdim gutit xem ka nema kanî
be samîPen namet gut girîn û şîn be kat û dem le řoj û şew
behar û guł le zîndane etoş bijî legeł wanî