tûşî çî bûm

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  306 views
xudaye çende piř xem bû le dunyada beserhatim
hemû piř şîn û nałîn bû şew û řojî, hemû katim
be şûm û řeş bû jînî min le xewxaney mekirbazî
bełam ça bû le katêka serim hełgirt bexo hatim
emin nemzanî ew dawe be danî zulf û xałane
be xende û neẍmey şadî wekû teyrê leboy hatim
kemendî yûsfî’asat lebot mabû le sarawe
gedayek bûm ledû sułtan ledû bała û kemer hatim
wekû teyrê le baẍîda gutim xunçe demim teř ka
keçî tûşî dû çawî baz şehênî wek seqer hatim
gutim başe xemim derkem be bay zulfan le dił bîba
bełam tûşî xem û bend û duçarî řûy keser hatim
lelay xom çûme naw baẍî seba û sîne û mehî emma
ke sersam û serim tûşî telanî xem neserhatim