’emirim řoyî

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  313 views
ewey řoyî le destim çû jyanî naw beharanim
binaym wa dełêy kore le dewrî çawxumaranim
lelam mirdin gelek xoşe bebê yar û be ẍemxiwarî
deba mirdin be şadî bê newek dûr bim le yaranim
lew řojî beş kira nałîn minîş mîratgirî ew bûm
ewe zengînî feryad û ke dîlî çawxumaranim
legeł bulbul le baẍî guł çirîke û bend û ha û nałîn
le çił bulbul denałênê minîş goşey kenaranim
dełê xunçe û dełêm leyla le samî xom serim nawe
beramber xunçey dû dû le sayey guł henaranim