řencî bexořa

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  308 views
řencî le derit tawawe le min ke be ba çû
taławî xemit hestawe le min ke şîfa çû
wekû nałey bulbul le şewan dê be ḧezînî
bo xunçe demî kirdewe bonî ke be ba çû
ew yare lebo girye û şîn kanîy wefay ka
ferhad û qułeng řoyî le şîrîn ke be ba çû
mem řoyî kewa ḧesret û derdî wa le diłane
lew zîne perî řoyî le daxan ke be ba çû
qeysPerson û memPerson û ferhadPerson û weya murşîdî sefa
çî kird û çi bû le ’eşq giştî ke be ba çû
samîPen name ke bextit çû ’îşq mayey şîne
ew katey serî nawe dełên řoy ke be ba çû