diłî małwêran

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  325 views
diłim şîwenî bo řojî řûte
çunkî bêberg û hejar û řûte
dił wek şûşeye bo xunçey destit
dełêy mecnûne bo çawî mestit
ẍebẍeb bo zenex xizmetyan dewê
sîne pasewan bo pasî şewê
lew katey diłit girtim û bestit
nemzanî kewa cennete qestit
nemzanî deybey bo baẍewanî
lay dû xunçekey aw le demanî
ewa dête xwar bo tîmarî dił
biçête gerdin û zenexdan û mil
lenaw cennetî bê leẍwe û diro
dił dabîn dekey be çaw û ebro
têda demênim hetahetayê
her bo min debê axrî nayê
min le samî xwa çunkî mamewe
birdimye cennet çakey damewe