lelam wa bû yarî dê bo lam

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  316 views
lelam wa bû yarî dê bo lam
be pê gutnî dînî îslam
nemzanî yar mesîḧî bû
pêy xoşe min şêt û şeydam
***
dîn cudayî behaneye
’aşiq pîrî meyxaneye
dił le dewrî perçemî çîn
teyrî dawan û daneye
***
xaneyî sebrî wêrane
dił le çol û le şaxane
her katê yar dawî dana
dił tîrêkî naw dawane
***
guł û xunçe boyê cwane
bo pencey destî yarane
dû řû yaqut nirxî kanî
nirx û cwanî bo însane