bo le ḧałî min carê nazanî

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 2 minutes  323 views
bo le ḧałî min carê nazanî
nałêy lebo çî wa le giryanî
çunkî lay toye derd û dermanî
eto lew wextey yusfî cîhanî
’etrî henasey demî xunçanî
bo bê îmanî bo wa bê dînî
ta key binałim wa be ḧezînî
carêkî nebû çawî bimbînê
wa badî beyan xunçan dejênê
mutrîb wisaqî û bulbul dexwênê
’acizit kirdim to lew jyane
da’îm piř ḧesret dił herasane
ba legeł bulbul biçme baẍane
çunkî legeł min hawřêy xemane
ewîş bê beşî awî xunçane
herdûk awatî mijey wîsałn
le nałînî şew gelê bê ḧałîn
serêkî xoşman nekird be bałîn
ca were bulbul pêkewe binałên
herdûk çaweřêy bayî şemałîn
bo leyla nîye dił perêşanim
ya ah û nałey lalezaranim
’aşiqî xak û baẍî kurdanim
ewî le diłme bo xom deyzanim
nawêrim biłêm lenaw dîwanim
ta key nałên û çirîke û řo řo
to xewî şîrin min dest le ejno
hetakey ’eqiłit naye serxo
to bo min bigrî min degrîm bo to
to biłê xunçem řo min dełêm şewbo
to bendî dawî ḧelqe û kemendî
min axî řeqîb buxtan û pendî
lebo kake surçî behremendî
aferîn dû řû pyawêkî řendî
ey delalî baş xunçet be çendî
mełên menałe ke min bêçarim
ẍerîb û ḧezîn û dił biřîndarim
herdem ḧesretî baẍî beharim
keynê dê aramêk bo diłî zarim
dunya ’aciz bû wa le hawarim
le fesłî xunçan wextî beharan
lenaw şenge bî û naw lalezaran
axir şeř zorin be sed hezaran
samîPen name û bulbul gelî hejaran
ba bêne şîn lebo bêçaran