ẍem û tałîm zor lemêjin, heta leyla dê memnêjin

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  326 views
ẍem û tałîm zor lemêjin, heta leyla dê memnêjin
ba leyla bo xoy kifnim ka, qebirim be guławî dařêjin
wesyet bê bête serînim, ba bo xoy bîda telqînim
biłên xoy gutî bîbînim, êwe û xuda way pê bêjin
kifnim bidrwî be zułfanî kor bika çawî ḧesûdan
be ’aşiqan bênê tabutim heta firmêskan dařêjin
bełkû ’aşiqanî ẍemgînit ḧałî minî ẍerîb bibînin
ta bigryen lebo samîPen name xwênî řeqîban biřêjin
xwênî bekir mergewerî wekû sey pêman deweřê
zîn bo mem û mem bo zîne ḧesûd lare keř û gêjin