dił piř xeme ẍembarî ewa bûyte beşî min

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  332 views
dił piř xeme ẍembarî ewa bûyte beşî min
carê nebû dił xoşî le yarî ḧebeşî min
le zistan û le payz le hawîn û behare
mijdey nebû xo ba le cîhet xunçe geşî min
ew bexte fiřî řûy le çila kird û bizir bû
nayetewe lam taze îtir bexte řeşî min
kirdit be nîşan û nîşanî xencerî mujgan
karî meke bîzanî ’edwî dił bexşî min
samîPen namet be zułim kuşt û ke wa bê le ẍerîbî
barit le mile neynêjî be xot ke leşî min