to eger bê ḧał û bê ḧałêm nepirsî leylekem

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  292 views
to eger bê ḧał û bê ḧałêm nepirsî leylekem
şêt û şeydame le tawan deşt û seḧra pey dekem
ga leser kêwan esûřêm ga le fîkirî guł çinîn
gahê derwêşim le tawan çar û naçar ḧey dekem
gahê debme baẍewan û gah le fîkirî şîrnim
gahê sułtanim le diłda gahê îskafî dekem
ga le baẍî da’enîşîn mey denoşîn dem be dem
gahê tenhame le beřye řu le deştî řey dekem
gahê mecnûnim le tawan kar û pîşem zarîye
gah xerîkim her be qaqa meylî tacî key dekem
’amîlêkim řût û naçar lome karîm bo dekey
dîl û yexsîrim leboyê şîn û diłzarî dekem
pêm ełê yar wa debînim her ke dêwaney lebom
wa mezane perdeye bo dîtnî to pêç kem
řojî dêt û wa le pêşe her ke řojî şadîye
wek zulîxa bo ’ezîzî men’î dû xunçey dekem
mudetêke çaweřêm bo lutfî zîba û bo kerem
zor be awat û ḧezînî seyrî ew şoxey dekem
wa le beḧrî sûrî xwênîn pêm ełê xo naxuda
ferteney beḧrî le pêşe samîPen name ẍerqî mey dekem