xom pîrim û dił taze xerîkî giř û gałe

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  436 views
xom pîrim û dił taze xerîkî giř û gałe
’emirim ke le şestaye ełên genc û minałe
ew xwêne le serçaweyî çawim ke lemew ber
tik tik etka êste şikur awî zełałe
naḧeq nîye ger şadî merg bim le sirura
emřoke ke dîm şêweyî em tazehełałe
herçende lelay ẍeyre nebê qîmet û qedrî
lay min be xwa çeşmeyî hengiwînî řyałe
wêney řezî hengûre çi şîrîne le paşa
xo dîwte heweł çende ke tirş û řeq û tałe
em tazehełałe le nezer fîkirî edîban
topêkî qewî cergî hemû qewmî kemałe
zirb alimsilArabice: «sed qel û berdêk ke hełałeyş
berdêkî serî naḧezî herwek qel û dałe
duşmin le hemû la wekû xermanî mukirîyan
herçende ke amadeye em badîMissing małe
bîrî bide ey kurde ke çen sałe leberçî
xwên û şerefit lay em û ew pakî ḧełałe
xwênawî şehîdane ke eřjê le kej û kêw
wa têmege ew sûre hemû laleyî ałe
bixiwêne bira xwêndine pişt û quwetî to
bê ’îlmîye her kes ke kiz û pest û řecałe
her komełeyek dûre le teḧsîl û le xwêndin
murẍêkî birîndarî şelî bê peř û bałe
em ’esre ewî cahîle naçê be řyałê
ger babî kerîm xane weya řostemî załe
tenya be qisey fêł û diro nageye berzî
’îlim û edeb û serfî ser û serwet û małe
’eqił û edeb û ’îlim û hunermendîye aẍa
pêşewayMissing xêł û giro nek be ser û sûřet û sałe
şî’rî minî bêçare ke wa bê ser û pêye
nem xwênduwe her wehbîMissing û lêdanî xeyałe
pêy pênekenî fexre lelay pyawî beqîmet
ew ’eskere wa çaket û pantołî le şałe
bîzane şi’ûrî nîye petyare û şête
ew şa’îre hoşî ke leser perçem û xałe
ey kurde zimanî ’eřebî û farsî û turkî
lêy lade be řesmî medwê taze betałe
řebbî nenewê destî qewî kakî ---Missing
řizgarit eka kake le giryan û le nałe