hetakey pêm biřwa naka

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  247 views
hetakey pêm biřwa naka
bê dîne řeḧmim pê naka
le zar û şînî leyla wa
carêkî řûman tênaka
***
le tawî ebroy kemanî
perçemî taw perêşanî
her denałim be řoj û şew
bê dîney hîç biřwa naka
***
perçemî çînî hate pêş
minî kirdesufî û derwêş
lomey meken binałênî
sebrî řoyî diłî piř hêş
***
pêy nawestim dił dexwazê
be ’eyyarî û mekirbazî
min řazîme be mecnûnî
hêşta eto pêy nařazî
***
dił nema sebir û aramî
xo leyla xot şarezamî
herçendî xot ke şîrînî
naşîrînî bebê samîPen name