wa ke şêwawe qedî min deyhejênê bay xeman

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  293 views
wa ke şêwawe qedî min deyhejênê bay xeman
dax û derdî yarekem bû kewtime naw lome û deman
wa denałênim le hîcrî řoj û şew haware kem
deçrîkênê dił le tawî her le çeşnî bulbulan
tem berî řojtî ewa girt ahî min yarî deka
dukeł û daxî henawim daydepoşê asman
carekî wek befir û ziryan serdemî xubzul hewa
wextê beyan dête xwarê deçte goşey baẍekan
debte hawifkirî nesîm û şîn legeł bulbul deka
bay nesîm û axî dił bulbul le dewrî xunçekan
şîrînî řenca le samîPen name fîkirî keyxusrewPerson deka
wa le şaxî kêleşîn da dił le tawî bê xudan