bo hejarî wek mine yar perçemî kirdîtewe

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  298 views
bo hejarî wek mine yar perçemî kirdîtewe
wa lenaw sicnî zenexdan diłmî pê bestîtewe
dił wekû mecnûne yaran karî zar û şîwene
wa ke torawe bebê kes kê heye bîgrêtewe
min lebo baẍî serasîm yarekem ḧazir nebû
çunkî we’dey da beyan bê xunçeyî biçnêtewe
heste bo baẍî seba çîn tuxwa yarî nazenîn
min ẍerîbim ta be key to demxeye jêr pêtewe
řojê tîlî çawekanit da be min win bû diłim
samîPen name xiste ser xeyałî le fikirî naçêtewe