dû care le hîcirit seneme xane xirabim

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  297 views
dû care le hîcirit seneme xane xirabim
ew zîllete boç bimkuje ba bes le cefa bim
derkirdinî ’aşiq le derit zor bede ey yar
le bê çarîye řazîme leber dergey şa bim
şahêkî wekû to nebê min boçî bebê çar
sułtanî wekû to hebê min şerte geda bim
ew hemû muntezîre dił wekû bulbulî xoşxiwan
bo xunçe lenaw baẍî seba çaw le cwabim
ger bimkujî sed carî eger yarî wefadar
ew mîḧnete xoşe lelam nabê lêy cuda bim
ew kesî şeydaye le fîraq û ẍemî leylaPerson
biłê min ẍem û derd û be mecnûnPersony řeza bim
bełke le paş mirdinî min samêkî le xwa ka
yadêkî hebê pîrêke wek genc û şebabim