arezûm bû bême lay yar emma îmkanim nebû

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  304 views
arezûm bû bême lay yar emma îmkanim nebû
nemdezanî derdî ’îşqî çunkî peykarim nebû
daneyî xałit diłî bird kewte naw dawî zułf
çendî wîstim lê xelas bim emma řizgarim nebû
wextê mecnûn bûm le seḧra ferş xoł û bî serîn
wek fereydun bûm ’ezîzan ḧepis û zîndanim nebû
pêy gutim řake le destî ew řeqîbî seg sîfet
dûr û nizîkim enorî hîç xyabanim nebû
ew ke zana û min nezan bûm kewtime hecwî naxuda
tecrubem esła nedîbû fîkirî tofanim nebû
çendî ew samî leber nam min be qaqay pêkenîn
qelbî bê mêşk biłê çî sûç û tawanim nebû