heta keynê be wesłî to be bed nawîwe řîswa bim

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  286 views
heta keynê be wesłî to be bed nawîwe řîswa bim
leber îblîsî bê dîne le me’wa řê nebû şabim
le taracî xet û xałit be cê mawe diłî ẍemgîn
lebo rostem nebû îmkan îtir min çon be keyka bim
beyanî wesfî řuxsarî le çînî ’enberî xawî
xelasîm nabê ta mirdin be nûsîn bê heta mabim
xetay yaran nîye nałên fîẍanî bulbulan hergîz
qerarî da be nałînî meger wextî gułan çabim
le zîkir û fîkirî mewlaye le her erzê bê her waye
eger sucdey bibem bo xwa lenaw beytî kenîsa bim
qebûłe ger diłim pake le mizgewtî diłim řeş bî
’ebusim bo terîqî dîn teme’ pîse le nêwda bim
’îşq dîne ḧeqîqet bê ewî neybê wekû ḧeywan
le pawanî çirukî da dejî bimirim eger wabim
desa samîPen name ewî jîre dezanê to ke hîlakî
lebo ḧeq nek le řêy şeytan berîme ger be cem cabim