çend benaze ke deřwa şox û şeng û şîrîne

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  330 views
çend benaze ke deřwa şox û şeng û şîrîne
boçî demkujî herwa ew dîney to çi dîne
kafrîş řeḧmî heye boçî to řeḧmê nakey
lelay min her nałeye carê biřwam pê nakey
bo demkujî be derdan ey yarî şox û şenge
diłim dêtin bo serdan heta řeqîb bê denge
řeḧimit bê min bê çarim beynêke wekû bulbul
wa le neẍme û hawarim memke men’î xunçey guł
beheştî xwa pê dawî qedrî wa lelay mine
wesfî ’enberî xawî nazanî ew dujmine
samêkî bike cane wesweseyî şeytane
karî ew her têk dane ḧorîş her bo ẍîlmane