were yarim were yarim be mujganit biřîndarim

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  484 views
were yarim were yarim be mujganit biřîndarim
were biřînim derman ke çunkî feqîr û hejarim
were řeḧmî ke be ḧałim wekû teyrêkî bê bałim
bê bał û peř ke kewtîme bo xot were be hawarim
to xwa were were gyane bo to ḧałim perêşane
be egrîcey daw be dawit ewa şêt û giriftarim
kemendî dawî zułfî tom kujrawî qewsî ebrotim
be daym ah û nałeme perêşanim derçû karim