xunçe gułî nêw beharî zułf be çîn dête xwarê

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  355 views
xunçe gułî nêw beharî zułf be çîn dête xwarê
legeł min zor bê wefaye le ḧałim napirsê carê
be’zê caran be ser lêwê dê be xende bim’axêwê
çend saḧîr bû bo dił dizîn řay dekêşê be dû sêwê
çend saḧîr û dem babaye le sed cê danî danaye
be ustadî bo dił dizîn zułfî pexşan û tataye
bedû danî diłî gestim be zułfî tûndî bestim
çarim nemawe bê çarim bałî bestîme çon hestim
řêgem nada bê îmkanim bo xom ḧałî xom nazanim
nemzanî fîkirî xełate ya le řêzey selîbanim
leser bextit ey girdûne řeqîb bê dîn û mel’ûne
ya nesîb bû bextî řeşim duř lenaw deryay ceyḧûne
beynêke min wa derwêşim dił be hêşî qewm û xwêşim
mełên dił bestey zułfane bo leyla ḧesret hełkêşim
wa xoşî min her giryane duř lenaw deryay ’umane
samîPen name deryayî muḧîbet carê narê bê îmkane