be xurşîdî řuxî leyla diłî mecnûn ke sûtawe

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  304 views
be xurşîdî řuxî leyla diłî mecnûn ke sûtawe
beyanî ke le namey xot eger sûta eger mawe
çi nałêkî ẍerîbî dê le řûy şaxî demawenda
leber man û nemanî dił serim gêj û le sûřmawe
le meydanî şeřî meẍrîb le qeł’e û dergeyî cabûl
leser fîtneyî bed go çi be ustadî be cê mawe
telesmî ateşî meẍrîb ne ceng û me’rekey şêrzad
tewanay qetlî dił naka mełên bê denge kujrawe
le hînd û mîsir û çîn û řom eger maba le namey to
le kîjî miryemet bo gułe gel nehengî xinkawe
temamî ceyşî eskender le em kîje umêdî çû
gutî yařeb çi kîjêke le ḧałîme çi qewmawe
nemîmî fîtneçî û dû řû ḧemaqet dewrî lêdawe
dełêy salarî ẍem noşan nehate řêy ke fewtawe
be la samîPen name muḧîbêke le ceyş û qwetî yesrîb
şitêke nabê fewtanî ke dengî çakî hełîdawe