bała ’elemî řome le řûy erzî çeqawe

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  370 views
bała ’elemî řome le řûy erzî çeqawe
salarî mujey hat û lebo leşkirî mawe
ey załme xwênřêjî meke wa be ẍirûrî
çend załmî wek to le erzî hat û geřawe
wa hatin û bîstiman ke desûtan be henasan
bo bisûtêy be henasem ew perçeme xawe
bîbîne giřî ateşî dił her wekû tendûr
za’îd sebebî giř le diłim zor kemî mawe
dest û qułeng û soz hunerî şîrne ferhad
wek laleye newtî ke nema şewqî kujawe
perwane ke samîPen name hebê bû bew řuḧî şîrin
dête giřî agirî germ û şewqî çirawe