min meraqê wale diłma banebê îtir nîhan

pênc xiştekî muftî leser şî’rêkî qani’
From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  538 views
min meraqê wa le diłma ba nebê îtir nîhan
ba le her kuçe û kenar û komełê bîkem beyan
neşrî kem tezwîrî şêx û wez’î aẍa û mîr û xan
ser lebo serbazî çake nek lebo çeftey giran
dił lebo xemxorî çake nek lebo mîhrî kiçan
ger bext nekirê le řêgey xizmeta biřzê beden
kirmeřêzî key îlahî ba nemênê řoḧ û ten
şwênî win bê qesir û qebir û berg û poşak û kefen
çaw eger firmêskî xwênîn daneřêjê bo weten
dek be kwêrî her bimênê tawekû axir zeman
min le xewda bûm û hat û pêy witim pîrê lepiř
řû le xizmet ger nekey bo qewmeket nabî be kuř
ger beşer azarî bû new’êke wek ḧeywanî diř
dem eger hawarî hozî xoy neka piř bê le quř
sîne wek kotir nenałê daymen piř bê le jan
laf û şî’irim ger diro bê zû zeman eyxate der
řûm le dîwanî xwa řeş bê eger neybem le ser
tacî řastî fîkirî mîllî wek kewa neykem le ber
boye şanim pê ewê barî xemim bo bate ser
ya zibanim boye çake ke bibřê wek tîẍî deban
bo be sûk û sirke bidwêyn taze ba deng hełbiřîn
bêne seyrî çabukî û mîllet firoşî û şit kiřîn
geh leber xwênxiwarî załim geh lejêr beydaxî dîn
bo cilîtbazî qise û meydanî fêł û desbiřîn
şehsiwarêkim be wêney řostemî mazenderan
řayweşênim dengî lê bê çake şî’irim wek ceres
bê tirs, xa’in ebê nawî binêm, laloy teres
xot eger hewłê nedey ta hey be kes nabî be kes
tabekey bot lê bidem şapûr û naqus û ceres
takû key ḧepsî û řezalet bête necme û tacî şan