bê misil û mekan řazîq û hem tak

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  325 views
bê misil û mekan řazîq û hem tak
çî keyfî lê bû kirdî bebê bak
’erşî ’ezîm û řojî beqwet
bo maye û jînî ’alemî serxak
***
řazîq û sexî herdem be bexşîn
ya zû ya kem giştî enoşîn
her yek be new’ê her yek be řengê
le ḧewl û karî meşxulêtî jîn
***
her yeke şiklî neqşî kêşawe
cwan û naşîrîn her le xudawe
le řojî ezel cwanî teqsîme
boyê be zorî bo hejar mawe
***
xuda bexşîtî be xełqî temam
qur’ane nîzam nardî lebo ’am
mergîş bexşîne bo şah û geda
şaş dexate goř debînin bê sam