ey xway bała, ey xway bê mekan

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  331 views
ey xway bała, ey xway bê mekan
etoy řazîqî řizqî îns û can
her eto dîdey řizqî mur û mar
etoy awdêrî çol û dêmekar
etoy malîkî kewn û ka’înat
etoy manî’î zułim û şeqawat
etoy xałqî gewher û kîmya
emir be erzî derez berbekya
lêy peyda dekey giştî řizq û dan
ke benzînêke bo tuxmî însan
ye’nî genim û co qutî însan
îkiramî toye bûn û jyan
řeng û demar û nexiş û pelkî dar
to deynexşênî ey perwerdîgar
to datkutawe çya wekû bizmar
erz nelerzî bê sebir û qerar
hêsk û demar û gew û pêst û xwê
sin’atî toye cwan û cê be cên
to saḧîb mulkî xway bê bab û dak
beşer bê mułke ẍeyrî dû gez xak
bê hoş û goşe kewn û ka’înat
eto xałqî hemû mexłuqat