qerzî ḧenne û ayetî xezayî

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  325 views
qerzî ḧenne û ayetî xezayî
le qur’an heye û hîç beḧsî nabî
zekat û fître wek zerbulmesel
le genim û le co ḧeta le kabî
***
le dirawîle û ḧeywan û dînar
çend ḧeqî xwaye û pêdawe biřyar
bełam le cêy xoy cê be cê nabî
bidrê be miskîn feqîr û hejar
***
carê nanořne yetîm û bê kes
nawtan lê nawin be hîç û nakes
heta le řêy xwa pêyan nexwênin
ta dûr kewnewe le karî ’ebes
***
bełkû debûne ’alîmî nawdar
saḧîbî ře’î bo qewl û qerar
samîPen name binwênin bo dînî xuda
wekû ẍezalî û ew şêxî nawdar