gelê mexsûdin basî çend qisan

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  372 views
gelê mexsûdin basî çend qisan
ẍeyrî emende bom nebû îmkan
basî lê bikem basî ḧeqîqet
çone ’adet û wesfî tebî’et
ger neyculênî îradey xudat
kanî taqetî quwetî zeřřat
bê wey kesêk bê çon debêtin dan
ta be dasî tîj neydirwî sepan
’îlmêkî berze çake zanînî
miḧeke tewaw bo xwa nasînî
heynê ezanin ’îlmî xudaye
ew qal û qîle boçî kiraye
ke zana bibin lêkdî řezane
her xwar û řastî lêkdî cudane
samîPen name cahîle ’îlman dedoşê
hetakû nemrê boyê denoşê