şahanî zîkirkirdinî me’lûme le qur’an

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  435 views
şahanî zîkirkirdinî me’lûme le qur’an
lebo xatrîy ḧezretî lolake be burhan
bedkarî nekeyn boçî le nemîmî çeqîne
xaneyî nemmamî bibînin wa debê wêran
way be tecebbur řû le derî darî beqa bûn
behmen û teymur û bextekî û qeyserî toran
me’lûme le şeytane ke herçî ’esebî bî
le ẍelẍele xałî debê heynêkî le îman
nemmamî bibînin le diłî řûnî boxarî
îspatî nemîmî ke deka û komełî merwan
ḧesenatit debîne lebom pêm biłê kanî
bo řojî kewa xêr û şeřit wezne be mîzan
dawa meke mîzane leser dînî ’ezîmî
diłî mu’mîn ’erşî xudaye û dûre le şeytan
řeḧîm û řeḧman û sexî cennat û ne’îme
bo ewe bexşînî le cennet ḧurî û ẍilîman
bo xot řû bike ełła ’eqil û hoşt bête ser
xwa perestî to be dił řê megoře ey cewan
to megryê samîye řêy nedamet tobeye
zor wasî’e merḧemetî ew qadrî mennan